700 xaniyên welatiyan li Dihokê tên tapokirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Tapokirina xaniyên welatiyan li parêzgeha Dihokê berdewam e û heta niha 700 xaniyên zêdegaviyê hatine tapokirin. Birêveberê Giştî yê Şaredariyê jî dibêje, “Ên ku nikarin pereyê tapokirinê bidin, em jê re dikin qist ji bo wê yekê ku hêsankarî ji welatiyan re bên kirin.”
Şikrî Xelef ku welatiyekî mifadar ê wê biryarê ye amajeyê dide ku, tevaya karûbarên tapokirinê yên xaniyê xwe bi cih anîne, piştî gelek salên xwezîkirinê ku bibe xwediyê xaniyê xwe û li ser navê wî be.
Welatiyekî din jî bi navê Luqman Ecîl dibêje, “Tevî ku biryara tapokirina xaniyên zêdegaviyê giring e û xizmeta welatiyan dike, lê em dixwazin dema wê bê dirêjkirin ji bo ku em bikarin karûbarên xwe temam bikin.”
Heta niha li sinorê parêzgeha Dihokê, ji aliyê lijneya bilind ve, 707 xanî hatine tapokirin. Dawî biryara Birêveberiya Giştî ya Şaredariya Dihokê ew e ku, her xwedî-xaniyekê ku nekare pereyî ji bo tapokirina xaniyê xwe bi yek carê bide, dikare wekî qist bide.
Birêveberê Giştî yê Şaredariyê Diyar Behrî jî got, “Zêdetirî 10 hezar xaniyên zêdegaviyê li Dihokê hene û zêdetirî şeş hezar ji wan jî karûbarên xwe bi cih anîne.” Herwesa got, “Ew dema ji bo tapokirinê hatiye diyarkirin tê dirêjkirin, ji bo ku tevaya welatiyan bikarin xaniyên xwe tapo bikin.”