Operasyonên Hevpar: Pênc pişkdarên êrîşa li ser bingeha Eyn Esedê hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar amajeyê dide ku, li dû zanyarên ewlehiyê yên hûr, kariye hejmareke wan kesan desteser bikin ên ku tevlî êrîşa vê dawiyê li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê bûne.”
Fermandeya Operasyonên Hevpar a Îraqê di beyannameyekê de ragehand, “Li seet 09:00 ê şeva 05.08.2024ê êrîşî ser bingeha asmanî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê hat kirin, ku hejmareke şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî lê akincî ne.”
Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar îro (Pêncşem, 08.08.2024) di ragehandinekê de amaje da, piştî pêkanîna lijneyeke lêkolînan a hevpar ji aliyên ewlehiyê yên peywendîdar, karî zanyarên durist li ser wê êrîşê bi dest bixin, ku ew zanyar hûr in û li dû qanûnê serederî pê re tê kirin.
Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar amaje jî da, piştî bidestxistina razemendiya dadwerî, pênc kes desteser kirine ku tevlî wê êrîşê bûne.