CENTCOM: Balafira F-22 gehişt Rojhilata Navîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di beyannameyeke kurt de amaje daye ku, balafirên F-22 ji bo kêmkirina çêbûna girjiyan gehişt Rojhilata Navîn.
Devera Rojhilata Navîn rûbirîyî metirsiyên berfirehbûna bazineya hevrikiyan dibe, ew jî piştî kuştina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û kuştina Rêberê Hizbulaha Libnanî Fuad Şukir di êrîşeke Israîlê ya berî çend rojan de li taxeke başûrê Beyrûtê.
Raportên Amerîkayî behsa wê yekê dikin ku, A-22 Raptor pêşkeftîtirîn balafir e û ji bo her rûbirûbûnekê di her kêlîkekê de yekalîker dibe.
Li dû wan raportan, A-22 Raptor ew balafir bû ya ku pêştir balona nûçeyan a Çînî li wî astê hind bilind û pîşeyî xist xwarê û di şerê rûbirûbûna DAIŞê de jî hevkêşeyên şerî guhertin.
Balafira A-22 Raptor, ku wekî Mucîzeya Endazyarî tê binavkirin, pêşkeftîtirîn pîşesaziya nû ya serbazî ya Amerîkayê ye û wekî sembola hêz û kontirla reha ya asmanî tê binavkirin.