Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pênc dibistanan li Kerkûkê nûjen dike

Yek ji dibistanên Kerkûkê
Yek ji dibistanên Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pênc dibistanên girêdayî xwandina Kurdî li Kerkûkê nûjen dike. Ew dibistan bi ser Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Îraqê ve ne, niha karkirin tê de berdewam e û biryar e di dema mehekê de temam bibin.

Zêdetirî 100 karker û karmendan li pênc dibistanên xwandina Kurd her roj mijûlî nûjenkirina dibistanan in. Serperiştê pirojeya nûjenkirina dibistanan Nasir Mihemed ji K24ê re ragehand, “Me av û avrêj bi temamî dabîn kirine û guhertine, karê karebê temam bûye û hatiye dabînkirin, pênc dibistan di destê me de ne û wekî yek li van nêzîkan tên temamkirin.”

Pirojeya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tenê nûjenkirina dibistanan nîne, belkî biryar e bi destpêkirina sala nû ya xwandinê re pêdivîtiyên xwandinê jî li ser xwendekaran parve bike.

Berpirsê Pişka Peywendiyan li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Barzanî Elî got, “Gelek pirojeyên din jî hebûn, wekî parvekirina çanteyên dibistanan û qelem û defteran, ku her sal li destpêka sala xwandinê li ser xwendekaran tên parvekirin û em li ser parvekirinê berdewam in jî.”

Li Kerkûkê zêdetirî 500 dibistan û baxçeyên savayan hene ku girêdayî xwandina Kurdî ne.

Li Kerkûkê xwandina Kurdî yekane dezgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, karnameya xwandinê girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê îdarî jî ve girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê ye, lê Hikûmeta Îraqê ji bo alîkariya xwandina Kurdî li Kerkûkê amade nîne.