Hejmara yekê ya kovara Rewendê hat belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara yekê ya kovara Rewendê, ku kovareke werzî ye û Konfederasyona Revenda Kurdistanî derdixe, bi awa û dîzayneke Kurdî û Kurdistanî keft ber destê xwandevanan.
Îro (În, 09.08.2024) hejmara yekê ya kovara Rewendê, ku kovareke giştî ya werzî ye û Konfederasyona Revenda Kurdistanî derdixe, bi awa û dîzayneke Kurdî û Kurdistanî keft ber destê xwandevanan û çend mijar û gotar û çavpêkeftinên piralî di nav rûpelên xwe de hewandine.
Armanca vê kovarê ew e ku dengê Revenda Kurdistanî li derve kom bike û kar li ser şiyanên wan bike, herwesa li ser astê navxwe jî peyamên giring ji bo Revenda Kurdistanî vediguhêze.
Serpirştê Giştî yê Navenda Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî amaje da ku, federasyona wan mala tevaya Kurdistaniyan e û armanca wan ew e ku xizmetên cuda cuda bikin.