Dilşad Namiq: Biryarên Mesrûr Barzanî çi hecetekê bo xizmetkirina welatiyan nahêlin
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavdêrekî siyasî amajeyê dide, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berjewendiya Silêmanî û Helebceyê û her du îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê de tekezkirina bernameya karî ya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”
Çavdêrê Siyasî Dilşad Namiq îro (În, 09.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî xasma ji bo şorkirina desthilatan ji bo yekîneyên kargêrî wesa dikin ku, yekîneyên kargêrî li beranberî xizmetkirina welatiyan destvekirîtir bin.”
Dilşad Namiq amaje jî da, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şorkirina desthilatan ji bo yekîneyên kargêrî çi hecetekê bo xizmetkirina welatiyan nahêlin.”
Navbirî herwesa di berdewamiya gotinên xwe de got, “Niha û piştî biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, yekîneyên kargêrî ji aliyekî ve desthilat wergirtiye û ji aliyekî din jî ve piştevaniya darayî heye.”
Wî Çavdêrê Siyasî ron jî kir, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li cem xelkî giring in û tekezkirina wê bernameyê ne ya ku bi destpêkkirina karî li Perlemana Kurdistanê re hatibû ragehandin.”
Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 30.06.2024ê serdaneke giring ji bo her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê kir, tevî danana berê binyatî ji bo bingeha Sayloya Helebceyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê serdanê de hevdîtin û civîn jî bi berpirsên îdarî yên wan deveran re kirin.
Ji bilî wê yekê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin û civîn û danûstandineke rû bi rû û vekirî bi hejmareke şêniyên deverên cuda cuda yên wan her du parêzgehan re jî lidar xistin.