Tony Radakin: Kesên Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane temam dikin bo gelê xwe dibin hêvî

Tony Radakin
Tony Radakin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane dest pê kir. Berpirsên bilind ên Brîtanyayê û welatên din jî di nav wan merasîman de amade bûn. Nûnerê Şahane yê Brîtanyayê di vê gerê de radigehîne, “Ew kesên tevlî wê korsê dibin, ji bo paşeroja gel û niştîmanê xwe dibin hêvî û gelên wan pişta xwe pê germ dikin.”

Edmîral û Nûnerê Şahane yê Brîtanyayê di vê gerê de Tony Radakin îro (În, 09.08.2024) di çarçoveya gotarekê de amaje da ku, li paşerojê her yek ji tevlîbûyîyên gera Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane dibin kesatî û karakterên serbazî û kargêrî li welatên xwe û nûnerîtî û berpirsyarîtiyê bi dest dixin.

Tony Radakin amaje jî da, “Pişkdar di dema korsan de gelek erkên giran bi stûyê xwe ve digirin û bi emanet erkê fêrbûnê bi cih tînin.”

Navbirî tekez jî kir, “Ew kesên tevlî wê korsê dibin, ji bo paşeroja gel û niştîmanê xwe dibin hêvî û gelên wan ji bo birêvebirina erkên giştî û fermî pişta xwe pê germ dikin.”

Edmîral û Nûnerê Şahane yê Brîtanyayê tekez jî kir, “Piraniya derçûyên wan korsan bûne kesatiyên navdar û bi şiyanên xwe yên bilind ku fêr bûne xizmeta welatên xwe pê kiriye.”

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (În, 09.08.2024) gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane dest pê kir. Berpirsên bilind ên Brîtanyayê û welatên din jî di nav wan merasîman de amade bûn.

Xwendekarên navdewletî yên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane medalyaya temamkirina meşq û rahênanan werdigirin.

Yek ji wan xwendekaran jî Arîn Mesrûr Barzanî ye, ku di nav 233 kesan de medalya jê re tê pêşkêşkirin, ku sembola Şahê Brîtanyayê li ser e. Herwesa ji sala 2016ê ve ew medalya bi wan xwendekaran tê dan ên ku li ser astê navdewletî tevlî kors û ezmûnên serbazî yên Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane bûne.

Ev du sedsal in ku Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane hatiye damezrandin, li jêr navê xizmetê bike heta serkirdetiyê bikî. Li wê akademiyê çend awayên korsan hene, ji wan jî korsa demkurt ku heşt heftiyan vedikêşe û korsa demdirêj ku 44 heftiyan vedikêşe.

Rahênan li ser qeyran û serbazî, qebxwazî û çarekirina arêşeyan bi wan xwendekaran tên kirin, heta korsa serkirdetiyê jî werdigirin.

Şah Ebdilayê Urdinê û Şahê Behreynê û Serokê Îmaratê jî derçûyên wê akademiyê ne.

Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane kolîjeke serbazî ya kevn a Brîtanyayê ye, ku li sala 1802ê hatiye damezrandin, herwesa yek ji akademiyên serbazî yên navdar ên Brîtanyayêv ye û wekî navendeke destpêkî ya meşq û rahênanên efserên artêşa şahane ya Brîtanyayê tê hesibandin.

Ew kolîj dikeve bajarkê Sandhêrstê, Bêrkşayer, lê deriyê wê yê serekî dikeve bajarkê Kamberliyê, li başûrê rojavayê Londonê.