Li Tirkiyeyê 55 bazirganiya madeyên hişbir hatin girtin

Madeyên hişbir
Madeyên hişbir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 91 kes bi tometa bazirganiya madeyên hişbir hatin binçavkirin û ji wan 55 kes hatin zîndankirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li ser hejmara xwe ya “X” diyar kir, li dijî bazirganên madeyên hişbir li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hatine kirin û ji tonekê zêdetir madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Yerlîkaya got, di serî de li bajarên Enqere, Îzmîr û Diyarbekirê, li 26 bajarên Tirkiyeyê 91 gumanbar hatine binçavkirin û ji wan 55 kes hatine zîndankirin.