Çend projeyên xizmetguzariyê li Hewlêrê tên cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çend projeyên xizmetguzariyê li navçeyên Şeqlawa, Pîrmam û Herîr bi budceya 14 milyar dînar tên cîbicîkirin.
Bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Berpirsê Liqê 24 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rizgar Enwer û bi amadebûna, qeymeqamên Şeqlawa, Pîrmam û Herîr û rêveberên nahiye û serokên şaredariyên wan navçeyan, civîneke berfireh lidar xistin.
Di civînê de, Parêzgarê Hewlêrê ragihand, bi 14 milyar dînar çend projeyên geşepêdanê di warên av, kehreba, rê, dibistan û navendên tenduristiyê de li navçeyên Şeqlawa, Pîrmam û Herîrê tên cibicîkirin.
Her di vê civînê de, tekezî li ser hêsankariyên zêdetir ji bo kêmkirina rûtîn, karûbarên îdarî û zêdetir xizmetkirin û rêzgirtin ji welatiyan re hate kirin, ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi xwe jî tekezî li ser wê yekê dikin.
Piştre beşek ji plan û bernameyên parêzgariya Hewlêrê ji bo sala 2024an, di çarçoveya projeyên geşepêdanê de, ji aliyê Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ve ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin.