Rewangeha Sûriyeyî: Pênc çekdarên girêdayî Îranê di êrîşeke dronî de hatin kuştin

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Pênc çekdarên girêdayî Îranê di êrîşeke dronekê de li Rojhilatê Sûriyeyê li nêzî sinorê Îraqê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Yekşem, 11.08.2024) ragehand, “Ji encamê êrîşa dronekê, îro pênc çekdarên girêdayî Îranê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn, ku birînên hin ji wan giran in.”

Rewangeha Sûriyeyî amaje jî da, “Ew êrîş bi droneke nenaskirî hatiye kirin, herwesa ew çekdar di erebeyeke serbazî de bûn ku hatin û çûn li nêzî sinorê Sûriye û Îraqê dikir.”

Devera sinorî ya di navbera rojhilatê Sûriyeyê û Îraqê de yek ji diyartirîn wan deveran e yên ku Îran û komên girêdayî wê tê de serdest in, ji wan jî desteyên Îraqî.

Rewangeha navbirî herwesa got, “Di Nîsana borî de, sê çekdarên alîgirên Îranê di êrîşeke asmanî de li rojhilatê Sûriyeyê li nêzî sinorê Îraqê hatin kuştin.”

Ji destpêka şerî li sala 2011ê heta niha, Israîlê bi sedan caran êrîşên asmanî kirine ser Sûriyeyê.