Hewlêr dibe balkêştirîn bajar

Civîna edilandina masterpilana Hewlêrê
Civîna edilandina masterpilana Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê eşkere dike ku bi bicihanîna masterpilana wê, Hewlêr dibe balkêştirîn bajar.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî îro (Yekşem, 11.08.2024) serperiştiya civîna şeşê ya Lijneya Hevanhegiya Hevpar a girêdayî amadekirina raporta dawiyê ya edilandina masterpilana bajarê Hewlêrê kir.

Li dû ragehandina Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, di wê civînê de reşnivîsa raporta dawiyê ya amadekirî ya edilandina masterpilana Hewlêrê (2050) hat berçavkirin, tê de tevaya aliyên wê hatin şirovekirin ji bo ku di dema çend heftiyên din de Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û wezaret û aliyên din ên peywendîdar ên hikûmetê nerînên xwe li ser raporta dawiyê berçav bikin, ji bo ku cihê nerînan bê kirin û bi awayekî cidî kar li ser bê kirin, paştir di çend mehên bê de tê pejirandin û pirojeya masterpilana Hewlêrê derbazî warê bicihanînê dibe.

Sasan Ewnî herwesa got, “Piştî du salên karkirinê li ser pirojeya edilandî ya masterpilana Hewlêrê, em îro civîna şeşê ya Lijneya Bilind a JCCyê dikin, herwesa piştî çend mehên din karên pirojeya masterpilana bajarê Hewlêrê bidawî tên û Hewlêr dibe xwediya masterpilaneke nû. Li paşerojê jî, piroseya avedankirina bajarê Hewlêrê li jêr ronahiya wê masterpilanê tê bicihanîn.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de spasiya tîmên Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û wezaret û aliyên din ên peywendîdar kir ku, di dema wan du salan de kar li ser wê pirojeyê kiriye û bi awayekî bibandor tevlî biserxistina wê bûne.”

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê pesna ajansa JICAyê û Hikûmeta Japonê kir, ji ber piştevanî û hevahengî û alîkariyên wan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, ku di warê pirojeyên xizmetkarî û şêwirmendî û kors û çend warên din de pêşkêş kirine.

Sasan Ewnî tekez li ser wê yekê jî kir ku, berhemê wî karê zanistî yê pirojeya masterpilana Hewlêrê di salên borî de bi mezinbûn û berfirehbûna bajarê Hewlêrê li ser hemî astan diyar dibe.