Zana Tewfîq: Biryarên Mesrûr Barzanî bo jêrxaneya aborî ya Helebce û Silêmanî û Raperînê ne

Zana Tewfîq
Zana Tewfîq

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Helebce û Silêmanî û Raperînê bi merema pêşxistina jêrxaneya wan bajar û îdareyên serbixwe ne.” Herwesa dibêje, “Divê biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî wekî xwe li wan deveran bên bicihanîn, ji ber ku ew biryar ji bo xizmeta welatiyan in.”

Şirovekerê Siyasî Zana Tewfîq îro (Yekşem, 11.08.2024) amaje da, “Îdareyên deverên Helebce û Silêmaniyê ji aliyê pêşkêşkirina xizmetkariyan ve xemsar bûn, biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendî bi jêrxaneya aborî ya wan deveran ve hene.”

Zana Tewfîq ron jî kir, “Mesrûr Barzanî bi biryarên xwe welatî kirine mîhwer, ji bilî şorkirina desthilatê ku xelkê wan deveran dilxweş kiriye.” Herwesa got, “Mesrûr Barzanî li beranberî wan sozên ku li Perlemanê ji bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê dane dilsoz e.”

Navbirî tekez jî kir, “Divê biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî wekî xwe li wan deveran bên bicihanîn, ji ber ku ew biryar ji bo xizmeta welatiyan in.”

Wî şirovekerê siyasî herwesa ragehand, “Giringiya van biryaran di wê yekê de ye ku, Mesrûr Barzanî bi xwe bi welatiyên wan deveran re rûnişt û guhdariya daxwaziyên wan kir û ji wan re bi cih anîn.”

Zana Tewfîq li dawiyê jî got, “Eger livîna bazirganî li Helebceyê neyê rêkxistin, dibe têkdan û gendelî. Di demekê de ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi çaksaziyê şerê gendeliyê dike, desthilat daye parêzgehê ku pareke dahata xwe bike di xizmeta wî bajarî de.”