Aloziyên li Dêrazorê: 2 welatiyên sivîl di êrîşên hêzên rêjîmê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şer û aloziyên li rojhilatê Dêrazorê berdewam in. Artêşa Sûriyeyê hejmarek gundên wê deverê topbaran kirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, artêşa Sûriyeyê û milîsên wê gundên Bisêra û Ebû Hemam li rojhilatê Dêrazorê topbaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Pênc roj in şer û pevçûn di navbera hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve û HSDê de li gundewarê Dêrazorê berdewam dike, hêzên zêde ên leşkerî li cihên pevçûnan hatin komkirin û pêleke mezin a koçberiyê ji deverên bombebaran û pevçûnan ber bi cihên ewletir dest pê kiriye.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, di encama şer û pevçûnan de, 16 sivîl hatin kuştin ku 7 ji wan zarok bûn, ji bilî kuştina 2 şervanên HSDê û 8 endamên komên xwecihî yên ser bi rêjîma Sûriyeyê û Îranê ve. Herwiha nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne.