Li Kaynara Mereşê erdhejek bi hêza 3.5 pileyan rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî AFADê, li navçeya Kaynar a Mereşê erdehejek bi hêza 3.5 pileyan rû daye û di encama erdhejê de encameke neyînî derneketiye holê.
Ji aliyê AFADê ve hat ragihandin li navçeya Kaynar a ser bi Mereşê ve, di demjimêr 10.47ê de erdhejek bi hêza 3.5 pileyan rû daye.
Li gorî agahiyên AFADê parve kiriye, kûrahiya erdhejê 5 kîlometre ye û derbarê encamên erdhejê de jî, ti encameke neyînî derneketiye holê.