Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Kerkûkê: Rêkarên rûniştina hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê neqanûnî ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Kerkûkê dibêje, “Em haydarî wê civînê nebûn a ku ji bo piroseya hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê û Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê hat kirin, lewma em wê rûniştinê neqanûnî dihesibînin.”
Hesen Mecîd Reşîd û Şoxan Hesîb Hisên ji Firaksyiona PDKê li Civata Parêzgeha Kerkûkê îro (Duşem, 12.08.2024) ronkirinek ji bo raya giştî parve kir û tê de ragehand ku, li roja 10ê Tebaxê li hotela Reşîdê li bajarê Bexdayê civînek bi navê Civata Parêzgeha Kerkûkê hat kirin, û ew wekî endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê bi çi awayan haydarî wê civînê nebûn û nehatine haydarkirin jî.
Endamên Firaksiyona PDKê herwesa got, “Haydarnekirina me berevajî madeya 7ê ya qanûna hejmar 21 a sala 2008ê ya edilandî ye, lewma em rêkarên girêdana wê rûniştinê neqanûnî dihesibînin.”
Endamên navbirî yên Firaksiyona PDKê daxwaz dikin ku, piroseya hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê û Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê bi awayekî qanûnî bê kirin.