Pêşmerge û Hevpeyman pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan bilez dikin

Îsa Uzêr û Rap Brandstetter
Îsa Uzêr û Rap Brandstetter

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser pilana çaksaziyê û pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan dikin.

Wezareta Pêşmerge parve kiriye, “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Rap Brandstetter û şanda pê re li Wezareta Pêşmerge civiyan.

Li dû ragehandinê wê wezaretê, tewerê serekî yê wê civînê girêdayî bicihanîna bername û pilana çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina tevaya hêzan bû.

Herwesa danûstandin li ser rewşa niha ya hêzên Pêşmergeyan û pêşxistina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan hatin kirin.

Çavkaniya navbirî amaje jî da, her du alî li ser bilezkirina pêngavan ji bo yekkkirina yekîneyên cuda yên hêzên Pêşmergeyan bo ser Wezareta Pêşmerge û rêkxstina wan di çarçoveya firqeyên nû de hevnerîn bûn.