Hemas: Em tevlî danûstandinên sibe nabin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hemasê li Libnanê radigehîne, “Bizava Hemasê tevlî wan danûstandinan nabe yên ku biryar e sibe bên kirin.”

Nûnerê Hemasê li Libnanê Ehmed Ebdulhadî di daxuyaniyekê de ji CBS Newsê re got, “Bizava Hemasê gerentî wernegirtiye ka Israîl li ser bingeha pêşniyara berê pabendî danûstandinan dibe an na, ku dê li ser bingeha nerîna Serokê Amerîkayê Joe Biden û biryarnameya Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî be.”

Ehmed Ebdulhadî herwesa got, “Em dijî danûstandinan nînin, em di danûstandinên berê de nerm bûn, lê Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu û hikûmeta wî ew pêşniyar red kirin û şertên nû danan û li dawiya meha borî Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniye li Tehranê kuşt.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de eşkere kir, “Em tevlî danûstandinên 15ê Tebaxê nabin û em dê vebigerin xala destpêkê.”

Hemasê ragehandiye ku, piştî danûstandinên roja Pêncşemê yên Qeterê, amade ye bi navbeynkaran re bicive, ew jî eger Israîlê ew wekî “bersiveke cidî” binav kiribe.