Hewlêr û Qezwîn lihevguhertina bazirganî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hawirde û Şandinkarên Hewlêrê niyet e bi Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Qezwînê re yadaşteke hevfêmkirinê ji bo lihevguhertina bazirganî û pîşesazî di navbera xwe de îmza bikin.

Hawirde û Şandinkarên Hewlêrê parve kiriye, “Serokê Tayê Hewlêrê yê Yekîtiya Hawirde û Şandinkaran Resûl Hacî Omer û çend bazirganên bajarê Hewlêrê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Qezwînê kir û bi Serokê wê Muhendis Mehdî Ebdiyanî û desteya wê ya kargêrî re civiyan.”

Li dû ragehandina wê yekîtiyê, ew serdan piştî serdana Bazirganî ya Qezwînê ji bo Hewlêrê tê, li gel îmzakirina yadaştnameyeke hevfehimandinê di navbera her du aliyan de.

Çavkaniya navbirî amaje jî daye, “Ew civîn ji bo lihevnêzîkbûna navbera bazirganên bajarê Hewlêrê û bajarê Qezwînê bû, bi merema îmzakirina lihevkirinnameya bazirganî û pîşesazî û hawirdekirina kelûpelan.”