Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû dike

Nêçîrvan Barzanî û Stephe Bitner
Nêçîrvan Barzanî û Stephe Bitner

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû li Herêma Kurdistanê Stephe Bitner kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 14.08.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Di hevdîtinekê de bi Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû li Herêma Kurdistanê Stephe Bitner re, zêdebarî bixêrhatinê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destpêkirina karî jî li wî pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwast, herwesa daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina alîkariyên hevpar û peywendiyên wê yên bi Amerîkayê re tekez kir.

Di wê beyannameyê de hatiye, “Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê berê Mark Stro jî amade bûbû, Nêçîrvan Barzanî spasiya konsulê berê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast. Wî jî ji aliyê xwe ve spasiya alîkarî û piştgiriya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.”

Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû di wê hevdîtinê de berdewamiya piştgirî û hevparî û hevpeymaniya welatê xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re tekez kir, herwesa her du aliyan tekez li ser giringiya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir û hêvî xwast ku piroseya dengdanê bi awayekî serkeftî derbaz bibe.”

Herwesa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên deverê bi awayekî giştî mijarên tewerekê din ê wê hevdîtinê bûn.