Xidir Xudêda: Nebûna xizmetkariyan û ewlehiyê li ber vegeriyana Êzidiyan rêgir in

Xidir Xudêda
Xidir Xudêda

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Nahyeya Gir Izêrê eşkere dike, “Di ser wê karesata bi serê Êzidiyan hatî re, qerebûkirina wan wekî pêdivî nebû û xelk ji ber nebûna xizmetkariyan û ewlehiyê nikarin vegerin deverên xwe.”

Birêveberê Nahyeya Gir Izêrê Xidir Xudêda îro (Çarşem, 14.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Di rojeke wekî îro de berî 17 salan, li ser destê rêkxistina teroristî ya Qaîdeyê, karesateke mezin bi serê Êzidiyan hat, ew jî bi teqandina çar erebeyên pirî teqemenî ku 313 welatî di wê karesatê de şehîd bûn û zêsetirî 400 xaniyan jî wêran bûn.”

Xidir Xudêda herwesa got, “Zêdebarî wan ziraran, qerebûkirin di astê pêdivî de nebû, her şehîdekî du milyon û her birîndarekî jî yek milyon jê re hat dan. Xanî jî ku herifîn, li dû helsengandina lijneyekê ku 400 xanî bûn, 21 milyon dînar bi sê qonaxan jê re hatin dan.

Navbirî amaje jî da, “Şingal xûka cihê xwe yê cografî û Êzidiyatiyê dide.” Herwesa got, “Eger Hikûmeta Îraqê îrade hebe, me pilan heye ku em wê deverê asayî bikin.”

Birêveberê Nahyeya Gir Izêrê herwesa got, “Serokwezîrê Îraqê desthilat li ser wê deverê nîne, ji ber ku ew dever bûye meydana lihevguhertina madeyên hişber û bazirganîkirina bi mirovan. Ew ji aliyê komên neqanûnî ve tê kirin, ku li wê derê hene.”

Xidir Xudêda tekez jî kir, “Pirsa ewlehiyê û xizmetkarî di rêya vegeriyana xelkî ji bo deverên wan de bûne rêgir.”