YNK pîrozbahiya PDKê dike û dibêje: Îro pêdivîtiya Kurdistanê bi hevahengî û pêkvekarkirinê heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta 16ê Tebaxê û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Nivîsîngeha Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Nivîsîngeha Siyasî ya PDKê dike û tekez li ser hevahengî û pêkvekarkirinê dike.
Di peyama Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê bo Nivîsîngeha Siyasî ya PDKê de hatiye, “Di bîranîna 78 saliya damezrandina PDKê de, em pîrozbahiyên germ arasteyî we yên rêzdar û endam û alîgirên PDKê dikin.”
Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê amaje jî daye, “Îro ji her demekê zêdetir Kurdistanê pêdivîtî bi hevahengî û pêkvekarkirin û mukomkirina rêzên xwe heye, li ser bingeha berjewendiyên bilind ên gelê me bi hemî pêkhateyên wê ve, pêxemetî çakkirin û zêdetir pêşxistina desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê bi rêya avedaniya istîhqaqên neteweyî û mafên me yên destûrî li Îraqa federal.”
Di pareke din a wê peyamê de hatiye, “Bê goman piroseya hilbijartinên bên ên Kurdistanê jî ji bo nûkirina ezmûna demokratî û başkirina jîn û jiyara xelkê me derfeteke baş e, ku armanca wê ya bingehîn Kurdînî û xebata rewa ya komelên xelkê Kurdistanê ye.”
Herwesa Nivîsîngeha Siyasî ya YNK daxwazê jî dike ku, bîranîna damezrandina PDKê bibe sedema mukomkirina canê alîkarî û zêdetir hevfêmkirinê di navbera tevaya aliyan de, tevî her du partiyan jî.”
Berî 78 salan, li roja 16ê Tebaxa 1946ê, Partiya Demokrata Kurdistanê bi rêberiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin û heta niha 14 kongire kirine. Li dû encamên hilbijartinan jî, niha PDK li Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn partiya siyasî ya cemawerî ye.