Li Mêrdînê 3 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Mêrdînê bi daxuyaniyekekê eşkere kir ku, 3 rojan li tevahiya bajêr hemû çalekî hatine qedexekirin.
Parêzgeriya Mêrdînê ragihand ku, ji îro (15.08.2024) seet 15:00 ê pêde heta 18ê Tebaxê dîsa seet 15:00ê hemî çalakî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya ji aliyê parêzgeriyê ve hatî parvekirin de hat eşkere kirin ku, gomana çalakiyên li dijî yêkîtiya dewletê bêne derxistin heye, ev qedexe ji bo wê hatiye ragehandin.
Pêştir Parêzgeha Şirnexê jî biryara qedexekirina xwenîşandanan û hemî çalakiyên din li navenda parêzgehê û tevaya bajarkên îdareya Şirnexê ragehand, herwesa 14 dever jî wekî “deverên demkî yên ewlehiyê” diyar kirin.
Pêştir li Parêzgeha Colemêrgê jî biryara qedexeya xwenîşandanan û hemî çalakiyên sivîl ji bo dema sê rojan hatibû derxistin, li gel diyarkirina devera ewlehiyê li çend deverên wê parêzgehê.
Herwesa hatibû ragehandina ku ji bo çi kesekî nîne bê destûrî biçe deverên qedexekirî. Li dû wê biryarê, sibe (Pêncşem, 15.08.2024) seet 09:30ê ew qedexe bidawî tê.