Mehmûd Ebas li Perlemana Tirkiyeyê: Min biryar da biçim Xezzeyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desthilatdarîtiya Filistînê li Perlemana Tirkiyeyê gotarek pêşkêş kir û eşkere kir ku, wan biryar daye ew û berpirsên desthilatdarîtiya Filistînê biçin Xezzeyê. Herwesa daxwaz ji serkirdeyên welatên Erebî û Îslamî kir ku, wî erkî pêkve bi cih bînin.
Serokê Desthilatdarîtiya Filistînê Mehmûd Ebas îro (Pêncşem, 15.08.2024) li Perlemana Tirkiyeyê bi amadebûna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotarek pêşkêş kir û ragehand ku, ew û berpirsyarên îdareya xwe diçin kertê Xezzeyê, ji ber ku wan çi çareseriyên din nemane.
Mehmûd Ebas daxwaz ji serkirdeyên welatên Erebî û Îslamî kir ku, pêkve wî erkî bi cih bînin û di wê pêngavê de piştevanên wan bin.
Navbirî herwesa got, “Çi çareserî li ber destê me nemane, lewma min û tevaya berpirsyarên desthilatdarîtiya Filistînê biryar daye ku em biçin Xezzeyê. Xwîna me ji xwîna zaroyekî Xezzeyê bibihatir nîne.”
Serokê Desthilatdarîtiya Filistînê herwesa got, “Em hikmê Îslamê bi cih tînin; an serkeftin an şehîdbûn. Ez li vê derê gaziyekê arasteyî serkirdeyên Ereb û welatên Îslamî dikim; werin em vî erkê mirovî pêkve bi cih bînin.”