Wezîrê Şaredariyê: Divê berî 10ê Cotmehê amadekariyên parvekirina erdî bên temamkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi serperiştiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, civînek li ser bilezkirina piroseya parvekirina erdî bi rê ve çû.
Bi serperiştiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî û amadebûna şêwirmendan û birêveberên giştî li Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û tevaya birêveberên giştî yên şaredariyan û serokên şaredariyan û birêveberên nexşedananê li parêzgeh û îdareyên serbixwe, îro (Duşem, 26.08.2024) civîneke girêdayî bilezkirina amadekariyên parvekirina erdî bi rê ve çû.
Di wê civînê de, wekî ku di ragehandina Wezareta Şaredariyê de hatiye, helsengandineke temam ji bo karûbarên piroseya parvekirina erdî li ser fermanberan hat kirin. Di wê helsengandinê de jî, ji aliyê tevaya şaredariyan ve data û zanyarên hûr û arêşeyên wan li ser wê piroseyê hatin berçavkirin, ku hejmareke şaredariyan para zêde ya karên xwe ji dabînkirina erdî û danana nexşeya kertê û hejmara fermanberan temam kirine, herwesa li ser pêşvebirina wê piroseyê jî berdewam in.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê behsa giringiya piroseya parvekirina erdî li ser fermanberan kir, herwesa tekez li ser bileztirkirina amadekariyên şaredariyan kir û raspartin ku, yên heta niha amadekariyên xwe temam nekirine an arêşe hene bi zûtirîn dem arêşeyên xwe çare bikin û nexşeya kertê ji bo erdan dabinin, ji bo ku fermanber bi wergirtina erdî feydeyî ji wê biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin.
Li dû wan zanyar û datayên ku di wê civînê de ji aliyê şaredariyan ve hatine berçavkirin, pêşveçûna wê piroseyê di astekî gelek baş de ye. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê jî amaje da ku, li 10ê Cotmeha îsal civîneke din tê kirin. Tekez jî kir ku divê heta hingê tevaya amadekariyan bên temamkirin û zêdetir pêşveçûn çê bibin.