Bi fermana Serokwezîr hejmarek dibistanên Koyê tên nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina çend dibistanên Koyê terxan kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Alan Heme Seîd îro 1ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da, 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina çend dibistanên bajarê Koyê werin xerckirin.
Li gorî Wezîrê Perwerdeyê, di vê hefteyê de proseya nûjenkirina dibistanên qezaya Koyê dest pê dike.
Ev di demekê de ye, ji bo berfirehkirina jêrxana perwerdeyê û nehîştina sîstema du dewamê û sê dewanê li dibistan û navendên perwerdeyê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ode û dibistan nû ava kirine û hejmareke din jî li ber qedandinê ne.
Ji bo sala xwendinê ya nû 2024 – 2025an, îsal di meha îlon û cotmehê de 42 dibistanên nû dê bikevin xizmeta xwendekaran, li gorî vê yekê jî li piraniya dibistanên Herêma Kurdistanê sîstema du dewamê namîne.
Di heyama Kabîneya Nehem de, zêdetir ji 195 avahiyên nû û 460 ode ji bo sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê hatine avakirin û 1660 dibistan hatine nûjenkirin. Di encamê de, cihên nû ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekar di sektora giştî de hatine vekirin.