Hitex 2024 bi sponseriya meydyayî ya Kurdistan24 dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 û bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Bi amadebûna kompanya, çendîn berpirsên pilebilind ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta navendî û çendîn konsulên welatan, 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 dest pê dike û çar rojan berdewam dibe.
Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX), mezintirîn pêşangeh û konferansa salane ya li Iraqê ye. Herwiha dehemîn pêşangeha herî mezin a li Rojhilata Navîn e û bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Rêveberê pêşangehê Ferheng Biradostî ji K24ê re got: “Îsal zêdetirî 150 kompanyayên ji 21 welatan dê beşdarî pêşangehê bibin. Em pêşbînî dikin ku zêdetirî 50 hezar kes serdana pêşangeha me bikin.”
Biradostî got: “Hitex ji bo karsazan rêyek nû ye ku bi pêşandana berhem û karûbarên xwe yên herî dawî. Bi sedan kompanyayên teknolojiyê yên herêmî û navneteweyî li Hitexê berhemên xwe yên herî dawî nîşan didin.”
Herwiha got: “Hitex rê dide beşdaran ku danûstendin û hevkariyên karsaziya navxweyî û navneteweyî biafirînin. Di rojên Hitex de, beşdar bi kiryarên xwe re têkel dibin û têkiliyên rasterast di navbera rêveber û kiryaran de çêdibin.”
Li gor Bradostî ev pêşangeh dê sektora geştiyariyê li Hewlêrê vejîne ku di çar rojên pêşangehê de, her sal bi hezaran geştyar ji başûrê Iraqê û herêmê serdana Hewlêrê dikin.
Rêveberê pêşangehê got jî, li her çar rojên pêşangehê, Konferans Hitexê, 7 panel, 3 semîner û 2 workşop tên lidarxistin. Her rojê dê behsa mijarek taybet bike, wek teknolojiya çandiniyê, jîriya çêkirî, teknolojiya darayî û karsaziya teknolojiyê.