Bi amadebûna Mesrûr Barzanî yekem raporta stratejiya rûbirûbûna gendeliyê tê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê yekem raporta cibicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê tê ragihandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarekê pêşkêş dike û tê de ronahiyê dixe ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li dijî gendeliyê.
Merasîma ragiahndina yekemîn raporta li ser cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê, ji aliyê Desteya Destpakiyê ve tê birêkxistin û Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer, Serokê Destpakiyê ya Iraqê Heyder Henûn, Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û rêxistina UNDPê li Iraqê Tomas Sîller, dê tê de gotaran pêşkêş bikin.
Herwiha biryar e jî beşek ji stratejiya rûbirûbûna gendeliyê û rapor jî di merasîmê de werin pêşkêşkirin.