Li Sêwasê otobusa rêwiyan wergeriya: 24 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Îmranli ya Sêwasê di encama wergeriya otobusa rêwiyan de, 24 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên destpêkê, otobusa rêwiyan a ku ji Enqereyê diçû Wanê, li herêma Kemreliyê ya ser rêya Sêwas-Erzinganê wergeriya.

Li ser agahiya welatiyan, tîmên tenduristiyê yên lezgîn, polîs û cendirme ber bi cihê bûyerê ve ketin rê.

Li gor zanyariyan, di bûyerê de 24 kes birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr yên cuda cuda hatin rakirin û dermankirin.

Li ser bûyerê lepirsîn hatin destpêkirin.