Serokê Desteya Destpakiyê: Stratejiya niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê planeke berfereh e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Destpakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Rûbirûbûna gendeliyê, pêwîstiya wê bi kar û hevahengîya hemû desthilatan heye.”
Di merasima ragihandina yekemîn raporta cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê de, Serokê Desteya Destpakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Stratejiya niştimanî ya dijî gendeliyê, planeke berfereh e ku hemû sektoran lixwe digire ji bo baştirkirin û pêşdebirina karan.”
Dr. Ehmed Enwer got jî: “Raporên niha hene, gaveke dilxweşker e û berhema hevkarîya hemû dezgehên Herêma Kurdistanê ye, ku %63 ji wan karan hatine cîbicîkirin. Herwiha ev yekemîn raport li ser cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê ye.”
Amaje bi wê jî kir, “Mixabin tevî ku rewşa Iraqê baş bûye, lê dîsa jî ew welat di nav 25 welatên herî gendelî yên cîhanê de ye, li gor rêxistina Transparency International”.
Dr. Ehmed Enwer got jî: “Rûbirûbûna vê kêşeyê, pêwîstiya wê bi kar û hevahengîya hemû desthilatan heye, ku divê wek tîm bi hev re kar bikin ji bo kêmkirina vê diyardeya hovane.”
Serokê Desteya Destpakiyê eşkere kir, li ser daxwaza Herêma Kurdistanê û bi piştevaniya darayî ya UNDPê, di demeke nêzîk de proseya nirxandina asta şefafiyetê di saziyên Herêma Kurdistanê de dest pê dike.
Tekez jî kir jî, piştî salekê dê rapor bê weşandin û ev raport dê bibe destpêkek baş li ser asta derve û navxwe û dê piştevaniya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Di hewldanên wan de ji bo pêşxistina çaksaziyên giştgîr, têkoşîna li dijî gendeliyê di vê pêvajoyê de stûnek girîng e.
Diyar kir jî, çend xalên giring hene ku ji bo proseya rûbirûbûna gendeliyê, divê tekezî li ser wan bê kirin:
Yekem: Çarçoweya yasayî, rêkxistin û cîbicîkirina yasayên navxweyî di warê rûbirûbûna gendeliyê de ye, ku bi standardên navdewletî re bigunce.
Duyemîn: Pêşxistina şefafiyet û berpirsiyarî di çalakiyên hikûmetê de, ji wan jî girêbest, kêmkirin û bûdceyên giştî yên salane û ronîkirina wan ji raya giştî re.
Sêyem: Aktîvkirina sîstema çavdêriya tund a kar û çalakiyên hikûmetê û lêkolîna bilez li dosyayên gendeliyê. Herwiha hebûna dezgeheke çavdêriyê ya bi bandor ya Desteya Destpakiyê û Dîwana Çavdêriyê.