Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek veberhêner xelat dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê merasîma xelatkirina hejmarek veberhêneran tê kirin.
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê merasimek ji bo xelatkirina hejmarek veberhênerên Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 406 projeyên veberhênanê molet ji wan re hatin dayîn ku sermaya giştî ya projeyan 16 milyar dolar bû.
Sektora pîşesazî bi 115 moletan, ya herî zêde ku veberhênan tê de hatiye kir û sermaya giştî ya projeyan 3 milyar dolar ê, ev jî wek bersivekê li hember giringiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo cihêrengkirina jêderên dahatê û bihêzkirina jêrxana aborî.
Niha li Herêma Kurdistanê kompanya li gorî berê hêsantir dikarin xwe tomar bikin û dayîna moletên veberhênanê jî gelek asantir bûye.