Bi armanca asayîkirina pêwendiyan Serokkomarê Misrê gihîşt Enqereyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî îro bi serdaneke fermî gihîşt Enqereyê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Di merasima pêşwaziyê de, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û rayedarên din jî beşdar bûn.
Erdogan û Sîsî demekê li Salona Rûmetê ya Firokexaneya Esenbogayê hatin cem hev û paşê ber bi Kuliyeya Serokomariyê birê ketin.
Erdogan û Sîsî piştî hevdîtina dualî, dê beşdarî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk ya Asta Bilind bibin.
Bi beşdariya Erdogan û Sîsî merasima îmzekirinê ya peymanê û civîna hevpar a çapemeniyê wê bê lidarxistin.
Serdana Sîsî bo Tirkiyeyê, piştî serdana Erdogan bo Qahîreyê di Sibata borî de tê, ku ji bo dubare asayîkirina pêwendiyan, ji sala 2012an vir ve ew yekem serdana wî bo Misrê bû.