Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê: Pêdivî ye Herêma Kurdistanê pareke Rêya Pêşxistinê be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê dike, destpêkirina karê wî yê nû lê pîroz dike û pê re danûstandinan li ser hin mijaran dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 04.09.2024) pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpêkirina karî li Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re kir.
Di wê civînê de, wekî ku di ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên dualî û xasma di warê bazirganiyê de hat kirin.
Tewerekî wê civînê girêdayî pirojeya stratejîk a Rêya Pêşxistinê bû, ku welatên kendavî bi rêya Îraqê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê dide. Her du alî li ser pêdivîtiya tevlîbûna Herêma Kurdistanê û hemî pêkhateyên Îraqê di wê pirojeyê de hevnerîn bûn.
Di pareke din a danûstandinan de, amaje bi tawana kuştina geştyarekî Dihokî li Stenbolê hat kirin, herwesa zêdebarî diyarkirina nîgeraniyê li beranberî rûdana wê tawanê û pêşkêşkirina serexweşiyê û hevxemiyê ji bo binemal û kesûkarên wî qurbanî, Balyozê Tirkiyeyê tekez kir ku tawanbar hatine desteserkirin û rêkarên qanûnî li beranberî wan tên bicihanîn.
Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “her du alî li ser nehêlana her arêşe û astengekê hevnerîn bûn, ku ji bo geştyarên Herêma Kurdistanê di dema serdana wan ji bo Tirkiyeyê de peyda dibin.”