Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a HudaParê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a HudaParê dike û bi Serokê Giştî yê HudaParê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya deverê û dawî pêşhatên wê dike, herwesa ronahiyê berdide ser xebata sivîl ji bo xizmetkirina gelên Tirkiyeyê û peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û HudaParê.
Serok Mesûd Barzanî duhî (Sêşem, 03.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a HudaParê bi serokatiya Serokê Giştî yê HudaParê Zekeriya Yapiçioglu kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, di wê civînê de rewşa siyasî ya deverê û dawî pêhat xistine ber behs û danûstandinan, herwesa ronahî berdaye ser xebata sivîl ji bo xizmnetkirina gelên Tirkiyeyê û peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û HudaParê û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan hat kirin.
Her di wê hevdîtinê de, Serokê Giştî yê HudaParê rêz ji bo Serok Barzanî di pêşxistina doza gelê Kurd de hebû û dilxweşiya xwe ji bo hebûna hevahengî û peywendiyên navbera HudaPar û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) diyar kir.
Di pareke din a wê hevdîtinê de, zêdebarî amajedana bi dîroka xebata gelê Kurdistanê, Serok Barzanî ji şanda mêvan re ragehand ku, baştirîn rê ji bo çareseriya pirsa Kurdistanê şêwazê hevfêmkirin û hevqebûlkirin û diyalog û çareseriya aştiyane ye.