Ebdulfetah Sîsî gehişt Tirkiyeyê û ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin

Sîsî û Erdogan
Sîsî û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Misirê gehişt Enqereyê û ji aliyê Serokê Tirkiyeyê ve hat pêşwazîkirin, ji sala 2013ê ve piştî ku peywendiyên Tirkiye û Misirê aloz bûn, ev hevdîtina duyê ya navbera serokên her du welatan e.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî îro (Çarşem, 04.09.2024) bi serdaneke fermî gehişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e piştî gehiştinê, Sîsî bi Erdogan û berpirsên din ên bilind ên Tirkiyeyê re danûstandinan li ser pirsên peywendîdar ên navbera her du welatan û deverê bi giştî bike.

Sîsî her îro li ser tora civakî ya Facebookê nivîsîbû, “Ez dilxweş im ku ez ji bo cara yekê serdana Tirkiyeyê dikim, Tirkiye welatekî dost e û peywendiyên dêrîn di navbera gelên her du welatan de hene.”

Serokatiya Komara Tirkiyeyê duhî (Sêşem, 03.09.2024) di beyannameyekê de ragehandibû, “Sibe Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi serdaneke fermî serdana Tirkiyeyê dike.”

Serokatiya Komara Tirkiyeyê amaje jî dabû, “Ev serdan piştî zêdetirî deh salên nemana peywendiyên navbera her du welatan tê, herwesa ew ji bo serdana fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bersivek e, ku li nîva Şibata îsal serdana Misirê kiribû.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja 14.02.2024ê bi serdaneke fermî gehiştibû Qahîreya paytexta Misirê û ji aliyê Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ve pêşwaziya wî hatibû kirin.

Piştî ku gehiştibû Qahîreyê, Erdogan bi Sîsî re civiyabû û danûstandin li ser peywendiyên navbera her du welatan û rewşa Xezzeyê û çend pirsên din kiribûn.