Naveroka rûniştina Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê yekkirina rêkarên girêdayî sîstema darayî û jimêryarî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de pejirand.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 04.09.2024) bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî civiya.
Li destpêka wê civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya wanebêjan kir ku biryar hat dan li ser dahata navxwe bibin girêbest, herwesa hêvî kir ku ev biryar cihê razîbûna mamostayên wanebêj be û bibe sedema zêdetir piştevanîkirina wan ji bo xizmetkirina piroseya xwandin û perwerdeyê li Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa pîrozbahiya xanenişînên Herêma Kurdistanê kir, ji bo hempakirina mûçeyên wan li gel hevalên wan li Hikûmeta Federalî, ku li Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê deng li ser hat dan û hat pejirandin. Herwesa amaje da ku, karî li ser astê Hikûmeta Federalî jî li dawiyê bigehin lihevkirinê û ji vê mehê ve xanenişînên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe bi awayê hempakirî li gel xanenişînên Hikûmeta Federalî wergirtin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Em xanenişînan piştrast dikin ku, em dê herdem piştevanên daxwaziyên wan ên rewa bin û ev para westiyayî ya Herêma Kurdistanê ku pareke zêde ya jiyana xwe ji bo xizmetkirina giştî terxan kiriye hejî her piştevaniyekê ye.”
Mesrûr Barzanî herwesa amaje da helmeta bangeşeya hilbijartinan jî, ku biryar e di vê mehê de bê destpêkirin. Navbirî di vî warî de got, “Bê goman aliyên siyasî azad in di çarçoveya peyrew û rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de çawa bangeşeyê bikin, lê ez daxwazê ji wan dikim ku bi awayekî şaristanî û dûrî sivkatiyê û navzirandinê bangeşeyê bikin, ji ber ku em hemî Kurdistanî ne û kur û kiçên vî niştîmanî ne û divê bi berpirsiyarîtî reftarê bikin.”