Mesrûr Barzanî: Ez spasiya kertê taybet dikim ku di dema qeyranan de roleke niştîmanperwerane hebû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya kertê taybet li Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Kertê taybet di dema qeyranan de roleke niştîmanperwerane hebû.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 04.09.2024) li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsî, “Ez spasiya kertê taybet ê Herêma Kurdistanê dikim ku di dema qeyranan de roleke niştîmanperwerane hebû û alîkara hikûmetê bû ji bo ku em zêdetir xizmeta welatiyan bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro di merasîmên pêşkêşkirina xelata rêzlêgirtinê ji bo hejmareke weberhênerên Kurd de ragehand, “Min rêz û hurmet hene ji bo rolê berpirsyarane yê weberhênerên Herêma Kurdistanê li salên borî di alîkarîkirin û piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karnameya wê ya çaksaziyê de, bi awayekî ku kertê giştî û kertê taybet temamkerên hev bûn û pêkve çend pirojeyên giring û stratejîk bi cih anîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Li salên borî em rûbirûyî rewşeke giran a darayî bûn, spas ji bo xweragiriya welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê û piştgirî û piştevaniya weberhêneran, me karî ji hejmareke zêde ya wan arêşe û astengan derbaz bibin û berdewamiyê bidin bername û pirojeyên hikûmetê, bi awayekî ku me heta niha kariye berdewam bin û rûbirûyî wan hemî qeyranan jî bibin.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Armanca me ya serekî pêşxistin û avakirina jêrxaneyeke bihêz a aborî ji bo Herêma Kurdistanê ye, herwesa em dixwazin deverên din ên Îraqê jî pêş bikevin. Îraq bi samanên xwezayî, mirovî û madî welatekî zengîn e û dahateke zêde jî heye, lê mixabin ji ber nebûna birêvebirineke baş û xizmetkar, niha welatiyên Îraqê di rewşeke xirab de ne û ji wê dahata zêde û zebelah mifadar nînin.”