Çend heşargehên teroristên DAIŞê li çiyayê Cebel Bor hatin wêrankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di operasyoneke hevpar a Asayîş û Hewalgiriya Serbazî ya Artêşa Îraqê de, çend cihên DAIŞê li çiyayê Cebel Bor li nahyeya Leylanê hatin wêrankirin.

Birêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê bi hevahengiya Birêveberiya Hewalgiriya Serbazî ya Artêşa Îraqê di operasyonekê de li ser bingeha zanyarên hewalgirî, çar cihên mana teroristan li çiyayê Cebel Bor li nahyeya Leylanê ya qezaya Daqûqê wêran kirin.

Li dû zanyaran, teroristan ev cih û heşargeh ji bo merema heşardana çend parçeyên çek û teqemenî û TNT û amûrên peywendîkirinê yên betel û kincên serbazî û xwarinê bi kar anîbûn.