Hewlêr.. Perde li ser peykerê dosta Kurdan Pirofesor Mirella Galletti hat rakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta salvegera wexera wê ya dawiyê, Parêzgeha Hewlêrê bi hevahengiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê, perde li ser peykerê dosta Kurdan Pirofesor Mirella Galletti rakir.
Parêzgeha Hewlêrê parve kir, “Êvara îro (Çarşem, 04.09.2024) bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Wezîrê Veguhastinê Ano Cewher, Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî Aryan Selahedîn, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Michele Camerota û nûnerên binemal û kesûkarên wê, di merasîmekê de li parka Şehîd Samî Ebdulrehman, Parêzgeha Hewlêrê bi hevahengiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê, bi helkefta salvegera wexera wê ya dawiyê, perde li ser peykerê dosta Kurdan Pirofesor Mirella Galletti hat rakir.
Di wê merasîmê de, Parêzgerê Hewlêrê di gotarekê de piştî ku bixêrhatina malbata Mirella Galletti kir got, “Îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi serbilindî û şanazî ve perde li ser peykerê dosteke ezîz û xweşevî ya gelê me tê hildan, kiçeke ciwan ku di salên 1970an de hat Kurdistanê û jiyana xwe ji bo lêkolîn û lidûçûna li ser jiyan û erf û edet û dîroka gelê me terxan kir, yek ji endamên Enstîtyota Kurd li Parîsê bû û herwesa di rojên giran de jî li nav şoreş û xebata gelê me bi êş û azarên gelê me re jiyaye. Ya ku îro jî ji bo wê dosta me ya ezîz û xweşevî hat kirin rêz û wefaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bizav û xebat û kar û berhemên wê ye.
Umêd Xoşnaw di derheqa danana peykerê wê dosta Kurdan de li parka Şehîd Samî Ebdulrehman de jî amaje da, “Armanc zindîhêlan û dîtina wê xanimê ye, ku her roj welatî û geştyarên navxwe û biyanî serdanê wê dikin.”
Dosta Kurdan Pirofesor Mirella Galletti li sala 1949ê li Îtalyayê hat ser dinyayê, pareke zêde ji kar û berhem û jiyana wê ji bo lêkolîn û lidûçûnên wê yên li ser Kurdan û Kurdistanê bû, li roja 04.09.2012ê li bajarê Romayê wexera dawiyê kir.