Parêzgerê Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê dibe nav sûkê û ser Kela Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê dibe nav Sûka Qeyseriya Hewlêrê û ser Kela Hewlêrê, Balyozê Tirkiyeyê jî dilxweşiya xwe li beranberî aramî û ewlehiya Hewlêrê diyar dike.

Parêzgeha Hewlêrê belav kiriye, “Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Çarşem, 04.09.2024) bi hevaltiya Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora û Konsulê Tirkiyeyê li Hewlêrê kir.”

Parêzgerê Hewlêrê paştir Balyozê Tirkiyeyê bir nav Sûka Qeyseriya Hewlêrê û ser Kela Hewlêrê û hin cihên din.

Piştî serdana nav Sûka Qeyseriya Hewlêrê û Kela Hewlêrê û Mezarê Sultan Muzeferedîn, Parêzgerê Hewlêrê destpêkirina karî li Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re kir, herwesa tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyeyê kir.

Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê jî ji aliyê xwe ve spasiya Parêzgerê Hewlêrê kir ji bo pêşwaziya wî û dilxweşiya xwe ji bo aramî û ewlehî û azadiya li paytexta Herêma Kurdistanê diyar kir.