Rêveberiya Xweser biryarek nû ji bo hilbijartinên şaredariyan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser destûr da komîsyonên herêman ku li gorî rewşa her herêmekê, kar li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan bikin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan îro 5ê Îlonê biryareke nû derbarê dîroka lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser da.

Li gorî daxuyaniyê: Komîsyona Bilind a Hilbijartinan destûrê dide komîsyonên herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xwese ku kar li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan bikin. Ew jî li gorî rewşa her herêmekê û di dema ku guncayê de û bi hevahengiya li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan.

Pêştir Rêveberiya Xweser, roja 11ê Hezîrana 2024an ji bo lidarxistina hilbijatinên şaredariyan diyar kiribû. PYDê ligel 18 partiyan, ji wan jî Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (Yekîtî), Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Tevgera Nûbûna Kurdistanî, Partiya Biratî ya Kurdistanî û Keska Demokrat, dê beşdarî hilbijartinan bibûna. Herwiha ENKS û partiyên di nava wê de û Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd (Pêşverû) jî hilbijartin baykot kiribûn.

Lê Komisyona Hilbijartinan roja 6ê Hezîranê ev hilbijartin bipaş xistin û di daxuyaniyekê de gotibû: “Li ser daxwaza hin partî û hevpeymaniyan, hilbijartinên 11ê Hezîranê ji bo meha Tebaxa 2024an tên paşxistin.” Lê ev hilbijartin di Tebaxê de nehatin kirin û Komisyonê îro biryareke din da.

Paşxistina hilbijartinan di demekê de ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pêştir çend caran gefa wê yekê xwaribû ku ew bi ti awayî rê nadin hibijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bên kirin.