Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina hevkariyên di navbera saziyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hat kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya hevahengiya di navbera her du hikûmetan de, bi taybetî di warê bazirganî û geşepêdana aborî de, bi berçavgirtin û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Herwiha amaje bi pêwîstiya pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo sektora taybet hate kirin, ji bo roleke aktîv di avedankirin û pêşxistina binesaziya aborî de bilîze.
Amadekariyên pêkanîna civîna Encûmena Aborî ya Wezarî ya Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû, ku biryar e van rojan li Hewlêrê bi mebesta çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên hilawîstî yên her du aliyan were lidarxistin.