Serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkariya ziyandîtiyên bazara Qeyseriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê serdana Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar ên hikûmetê raspardin ku proseya çakkirin û nûjenkirina Bazara Qeyseriyê bilez bikin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî dukandarên ziyandîtî piştrast kirin ku ew dê li gorî karîn û qebareya ziyanan, alîkariya wan bikin û dê hewl bidin ku di demek nêzîk de bazar zû bê vekirin.

Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 5.3 milyar dînar ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê hatine terxan kirin û dê di dema diyarkirî de bidawî bibe.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û wek hevkarî,  ji 2 heta 20 milyon dînar alîkariya darayî pêşkêşî her dikandarekî ku ji ber şewatê ziyan dîtiye, dike.

Şeva 05.05.2024ê agir bi pareke Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ket û piştî çend demjimêran ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontrolkirin.

Parêzgerê Hewlêrê piştî wê rûdanê di ragehandinekê de eşkere kiribû ku, 227 dikan û heft embarên biçûk ên wê bazarê şewitîn û zirar gehişt wan.