Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Kurdistan herdem niştîmanê netewe û olên cuda bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Em panendî parastin û pêşxistina wê pêkvejiyanê ne ya ku sedema şanaziya me ye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 05.09.2024) li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsî, “Em sozê didin ku wekî her car giringiyê bi ziman û rewşenbîriya Siryanî û tevaya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Kurdistan herdem niştîmanê netewe û olên cuda bûye, û em panendî parastin û pêşxistina wê pêkvejiyanê ne ya ku sedema şanaziya me ye.”

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Pêncşem, 05.09.2024) “Sempozyoma Yekê ya Siryanî li Niştîmanî” li Hewlêrê bi rê ve çû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de tekez kir, “Kurdistan bi dirêjahiya dîrokê wekî landika mirovatiyê herdem niştîmanê netewe û dîn û olên cuda bûye. Gelek şaristaniyên cuda, wekî şaristaniya Somerî, Ekedî, Danî, Aşûrî, Siryanî û gelekên din li ser axa Kurdistanê ser hildaye û pêş ketine.”

Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Dema êrîşî Herêma Kurdistanê hat kirin, cudahî di navbera ol û çandên cuda de nehat kirin û hemî bi yek çavî hatin temaşekirin, anku nehez û dijmin wekî yek temaşeyî me dikin. Divê em jî yekdest û wekî birayan bin, ji bo ku rûbirûyî hemî qebxwazî û nexweşiyan bibin.”