Dîdara geştyarî ya “Visit Zaxo”yê tê lidarxistin

Pira Delalê li bajarê Zaxoyê
Pira Delalê li bajarê Zaxoyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Geştyariyê li Zaxoyê radigehîne, “Di çend rojên bê de Dîdara “Visit Zaxo”yê tê lidarxistin.” Herwesa dibêje, “Armanca wê dîdarê pêşvebirina kertê geştyariyê û zêdekirina dahatan û hejmara geştyaran li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye.”

Birêveberê Giştî yê Geştyariyê li Zaxoyê Çiya Emîn îro (Pêncşem, 05.09.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Li roja 10ê vê mehê dîdara geştyarî ya “Visit Zaxo”yê tê lidarxistin û sê rojan berdewam dibe.”

Çiya Emîn amaje jî da, “Ew dîdar dê bi navê “Visit Zaxo”yê be û li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê mêvan dê tevlî wê bibin, herwesa armanca wê dîdarê pêşvebirina kertê geştyarî û zêdekirina dahatan û hejmara geştyaran li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye.”

Navbirî herwesa got, “Ji Herêma Kurdistanê û Îraqê kesatiyên astbilind tevlî wê dîdarê dibin, herwesa hejmareke kompaniyên warê geştyariyê jî di wê dîdarê de amade dibin, ji bo ku bikarin bi rêya van kompaniyan bizavê ji bo anîna zêddetir geştyaran ji bo deverên geştyarî yên Zaxoyê bikin.”

Birêveberê Giştî yê Geştyariyê li Zaxoyê di derheqa hatina geştyaran ji bo Zaxoyê de jî got, “Heta meha Xezîranê ya îsal nêzî 500 hezar geştyaran serdana Zaxoyê kiriye.”

Çiya Emîn pêşbînî jî kir, ji bo îsal nêzî yek milyon geştyaran serdana deverên geştyarî yên sinorê Zaxoyê bikin.