Herêma Kurdistanê û Tirkiye danûstandinan li ser vekirina deriyê nû yê sinorî dikin

Elî Teter û Anil Bora
Elî Teter û Anil Bora

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê û Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê danûstandinan li ser vekirina deriyê nû yê navbera her du aliyan dikin, ji bo ku lihevguhertina bazirganî zêdetir bikin.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter û Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo û Serperiştê Deriyê Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî li gel Birêveberê Karûbarên Komara Tirkiyeyê li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hoşeng Ehmed Salih, li Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora û Konsulê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Tuyçu kir.

Li dû ragehandina Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, di civînekê de danûstandin li ser pirsa karkirina hevpar pêxemetî zêdetir pêşkeftina lihevguhertina bazirganî û hatin û çûna barhilgiran bi awayê tranzêt hatin kirin.

Ji aliyekî din ve danûstandin li ser zêdetirkirina deriyên sinorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatin kirin, herwesa danûstandin li ser zêdetir hêsankarîkirinê ji bo geştyaran di navbera her du welatan de jî hatin kirin.