Arecî û Romanowski danûstandinan li ser bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî dikin

Qasim Arecî û Alina Romanowski
Qasim Arecî û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê re dicive û danûstandinan li ser pirsa bidawîhatina erkê Hevpeymaiya Navdewletî li Îraqê dikin.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî îro (Pêncşem, 05.09.2024) li Bexdayê bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski re civiya.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê, Arecî û Romanowski danûstandin li ser pirsa bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê kirin.

Her li dû wê ragehandinê, her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên navbera Bexda û Waşintonê û berdewamiya hevdîtin û civînên navbera her du aliyan kir.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li roja 26.01.2024ê ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo serederîkirina bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re pişta xwe bi sê bingehan germ dike; “rastî, bawerî û hevsengî”.

Basim Ewadî bal kêşa ser wê yekê jî ku, Amerîka û Hevpeymanan ne tenê li Îraqê belkî li deverê jî berjewendî hene û xwediyên hêzeke zêde ne li deverê û naxwazin nerîneke wesa li cem welatên deverê çê bibe ku, wesa diyar bike ew şkestine.

Navbirî tekez jî kir, “Civînên navbera Lijneya Bilind a Serbazî ya Îraq û Amerîkayê tenê civînên pîşeyî serbazî ne, û tê de danûstandin li ser çawaniya temambûna erkên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê tên kirin.”