Mesrûr Barzanî: Me îro serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û me li karên nûjenkirina wê nêrî

Mesrûr Barzanî li Sûka Qeyseriya Hewlêrê
Mesrûr Barzanî li Sûka Qeyseriya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya Xê parve kiriye, “Me îro serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û me li karên nûjenkirina wê nêrî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 05.09.2024) li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsî, “Me îro serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û me li karên nûjenkirina wê nêrî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Min aliyên peywendîdar raspartin ku piroseya nûjenkirinê bileztir bikin. Herwesa min dikandarên zirardîtî yên wê sûkê jî piştrast kirin ku ez dê alîkariya wan bikim, û em bizavê dikin ku ew sûk zû bê vekirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 05.09.2024) serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û wekî alîkariya darayî du heta 20 milyon dînaran dan her dikandarekî ku ji ber şewatê zirar dîtibe.