Îxlas Dilêmî: Wezîra Darayî ya Îraqê soz da mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin

Teyf Samî û Îxlas Dilêmî
Teyf Samî û Îxlas Dilêmî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Civata Nûnerên Îraqê bi Wezîra Darayî ya Îraqê re dicive û pê re li ser mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê û arêşeyên darayî danûstandinan dike. Herwesa Dilêmî dibêje, “Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî soz daye mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Endama Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî îro (Pêncşem, 05.09.2024) bi Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî re civiya.

Her du aliyan li ser mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê û arêşeyên darayî danûstandin kirin. Dilêmî di derheqa mûçeyên Herêma Kurdistanê de got, “Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî soz da ku mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Îxlas Dilêmî amaje da, Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî tekez kiriye ku mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê li dû biryara Dadgeha Federalî her meh wekî hemî parêzgehên Îraqê berdewam dibe.

Îxlas Dilêmî herwesa got, “Bi bizavên di civînên li gel Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew maf ji bo gelê xwe vegerand ku wergirtina mûçeyên wan bi mafên din re bû.”