Senterê Mîtroyê êrîşa li ser Navenda Rewşengerî ya Çavdêrê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Mîtroyê yê Parastina Rojnamevanan û Azadiya Raderbirînê êrîşa li ser Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê şermezar dike û dibêje, “Êrîşkirina li ser navendên rewşenbîrî yên Silêmaniyê binpêkirina azadiya raderbirînê û azadiya rojnamevaniyê ye.”
Berpirsê Rêkxistinê yê Senterê Mîtroyê yê Parastina Rojnamevanan û Azadiya Raderbirînê Rehman Xerîb ji malpera K24ê re got, “Senterê Mîtroyê êrşkirina li ser dezgehên Çawdêrê û navendên rewşenbîrî şermezar dike, ku dezgehên rewşenbîrî û dezgehên fikrî yên bajarê Silêmaniyê ne û karê wan diyaloga fikrî û şaristanî ya Silêmaniyê ye, êrîşkirina li ser van dezgehan binpêkirina azadiya raderbirînê û azadiya rojnamevaniyê ye.”
Seet 05:00 ê êvara duhî (Pêncşem, 05.09.2024) hêzeke komando bi ser Baregayê Siyasetmedar û Rewşenger Mela Bextyar û Dezgeha Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê de girt.
Wê hêzê zêrevanên Dezgeha Çawdêrê dûr xistin û destê xwe dana ser tevaya kelûpelên wê dezgehê.
Tora Navendî ya Çawdêrê ragehand, “Em wekî Tora Navendî ya Rewşengerî ya Çawdêrê wê kiryarê şermezar dikin û vî karî wekî pêşhateke metirsîdar li ser azadiya nivîsînê, azadiya dîtin û nerînan û azadiya wijdanê dibînin.”
Ji aliyekî din ve Mela Bextyar li seet 08:00 ê şevêdî peyamek di derheqa biserdagirtina wê hêza komando bo ser barega û Dezgeha Rewşenbîrî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê belav kir.
Mela Bextyar di wê peyama xwe de got, “Kurên Mam Celal Talebanî hatine ser haziriyê û bi nexşe, pîlan û kudeta dest bi ser YNKê de girtiye.”
Navbirî herwesa got, “Du salan berî Kongireya Çarê ya YNKê, min hest pê kiribû ku YNK ber bi çewsandina hemî cûnên azadiyê ve diçe, herwesa ez pê hesiyabûm ku YNK hêdî hêdî henaseya ciwanî û serbestiyê bidawî tîne.”