Pentagon pilaneke nû li ser agirbesta Xezzeyê eşkere dike

Xezze
Xezze

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) pilaneke xwe ya nû li ser agirbesta Xezzeyê eşkere dike, ku hêzên aştîparêz li kertê Xezzeyê vedigire.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) di beyannameyekê de ragehand, “Em ji nêz ve li ser lihevkirineke agirbestê li Xezzeyê kar dikin, ku hêzên aştîparêz vedigire, bê tevlîbûna hêzên Amerîkayê.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Dervey a Amerîkayê ji aliyê xwe ve got, “Danûstandinan pêdivîtî tenê bi razîbûna Hemasê nîne, belkî nermiya aliyê Israîlî jî dixwaze.”

Karbidestekî bilind ê Amerîkayê jî li roja Pêncşemê got, “Danûstandinanên li ser kertê Xezzeyê aloz in.” Amaje jî da, “Bê lihevguhertina zindaniyan, çi lihevkirin çê nabin.”

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê duhî (Pêncşem, 05.09.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser kertê Xezzeyê, roj bi roj hejmara kuştî û birîndaran zêdetir dibe, herwesa şênî jî tûşî birsîtî û nexweşiyên giran bûne.”

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan gehişt 40 hezar û 878 kesan, herwesa hejmara birîndaran jî gehişt zêdetirî 94 hezar û 454 kesan. Ron jî kir, “70% ya qurbaniyan zarok û jin in.”